Li Sûriyê Zarok Ji Ber Hewa Seqem Wefat Dikin

Li Sûriyê hinek kes ji ber pevçûnan, reviyane ber sînorê Tirkiyê, û li wir di konan de dimînin. Feqet bi hatina zivistanê, hewa sar û seqem, rewşa wan xerab dibe.

Li Sûriyê hinek kes ji ber pevçûnan, reviyane ber sînorê Tirkiyê, û li wir di konan de dimînin. Feqet bi hatina zivistanê, hewa sar û seqem, rewşa wan xerab dibe. Lewra ne sobê wan hene, ne ardûyê wan hene, ne jî di konan de stirandin dibe. Xwarin û malzemên hewce jî bêqîm in. Ji ber bombardimanan jî, nikarin bi deverekê ve biçin.

Li gor agahiyan, zarokên di van konan de, ji ber serma dimirin. Divê cemiyeta cîhanê zûbizû acîlen tevbigere, da ku alîkariya van însanên di bin qrîza însanî de bê kirin. Tê gotin ku nexweşiyên Hepatît A, zerik û hinek nexweşiyên şewbê yên din diqewimin.

Li aliyê din hat îfade kirin ku, li gelek bajaran di navbera hêzên Esed û muxalîfan de, şer dewam dike. Her wiha reva ji ordiya Esed û hatina Tirkiyê jî didomin. Bangaheq

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Li Amedê 85 kesên ku ji bo tawanên cihêreng dihatin lêgerîn hatin girtin
Masîgirê ji Batmênê dahata masiyan a rojekê bexşî hewcedaran kir
Mijê mejî di payîzê de dikare bê destpêkirin!
Batman de, kavşaxê otogari de qezaya tirî: Yew birindar
Li Cizîrê panela Melayê Cizîrî tê lidarxistin