ûna ceyranan mexdûr bûbû di derbarê mijarê de hest û ramanên xwe anî ziman û bang li kesên rayedar kir. Adiyaman dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “Ez bang li Serokomar, Serokwezîr û Wezîrê Enerjiyê dikim.Em jî însan in.Ne çala me ne jî zeviya me ya ku em av bidin heye.Di ser vî halê me de ceyrana me birîne, gelo gunehê me çi ye? Dema ku ceyrana Sûriyê tunebû em li ser wan digriyan, a niha em ketine vî halî. Li Sûriyê ceyran heye lê ceyrana me tune ye. Ev ferman û emir ji kû tê?”
Adiyaman û çend kesên mîna wê yên ku li taxê rûdiniştin di derbarê mijarê de derdên xwe anîn ziman û ji kesên rayedar daxwaz kirin da ku ji vê pirsgirêka ku pêk hatiye re demildest çareyek bê dîtin.Lewra ew ji ber tunebûna ceyran û avê di nava gelek zehmetiyê de ne û perîşan bûne.
ÎLKHA