Li Sûriyeyê Bombebarandina Dijwar

Lı sûrıyeyê êrîşên rejîmê yên lı ser muxalîfan dıdomın. rejîma sûrıye dı 6 mehan de nêzî 2500 bombên warîlê avêtıne ser helebê. dı van êrîşan de hezar û 849 kesan can dane.

Li Sûrîyê bombebarandina ji teref Rejîmê ve ya li ser muxalîfan didome. Rejîma Sûrîyê di 6 mehan de nezî 2500 bombên warîlê avêtin Helebê. Hat îfadekirin ku di van êrîşan de hezar û 849 kesan can dane.
Rejîm di van êrîşên bi bombên warîlê de bi piranî ciyên ku xelk lê zêde ne wek sûk û bazargehan dike hedef.
Ji ber êrîşan, bajarê Helebê yê ku li dunyê yek ji bajarên herî kevnare ye, bûye xirbe û xopan. Ji sedî 80ê ciyen dîrokî zirar dîtine. Hat ragihandin ji ber ku bombên warîlê avêtine cîhen di bin kontrola muxalîfan de, xelkê herêmê malên xwe terikandine.
Hat îfadekirin ku hêzên îdara Şamê ne li Helebê tenê, êrîşî bajar û navçe û beldeyên ku di bin kontrola muxalîfan de ne jî dikin.

Çınarın Sesi

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Mijê mejî di payîzê de dikare bê destpêkirin!
Batman de, kavşaxê otogari de qezaya tirî: Yew birindar
Li Cizîrê panela Melayê Cizîrî tê lidarxistin
Vera problemê bêkarîye vengdaîşê viraştiş u istixdamî
"Parastina mafên mirovan sûc nîne"