Li Sûriyeyê nexweşîya kolerayê belav dibe

Şert û mercên jiyanê yên nepaqijî, kêmasîya av û kanalîzasyonên vekirî li Sûriyê bû sedema şoba kolerayê.

Hejmara nexweşên kolerayê ku bi îshal û vereşîna giran xwe nîşan dide, 2 hezarî derbas kir û hejmara kesên ku canê xwe ji dest dan jî derket 14 kesan.

Rêxistinên sivîl, meclîsên herêmî, şaredarî, midûriyetên tenduristî, perwerde, çandinî û xizmetên civakî yên li herêmên ku nexweşî lê hatiye dîtin, di çarçoveya tedbîrên li dijî kolerayê de hatin cem hev.

Di çarçoveya tedbîrên ku hatine girtin de bi taybetî li bajarên kon dê xebatên tenduristî û paqijiyê bên zêdekirin, li nexweşxaneyan dê xizmetên kolerayê bên vekirin, li bajarên konan nuqteyên qadê bên vekirin û bi ravekirina girîngiya paqijiya li dibistanan zarok ew ê bên parastin.

Koordînatorê Karûbarên Mirovî yê Neteweyên Yekbûyî li Sûrîyeyê Îmran Riza di 13ê Îlonê de bi daxuyaniyeke nivîskî ragihand ku ev nexweşî ji dawiya meha borî ve li herêmên Heleb, Dêrezor, Reqa, Hesekê û Hemayê yên vî welatî bi bandor bûye.

Riza destnîşan kir ku koleraya ku li hinek herêmên welêt bandora xwe nîşan dide "Ji bo xelqê Sûrîyeyê û welatên herêmê tehdîd e" û bal kişand ser tehdîdan belavbûna lezgîn a vê nexweşîyê.

Rayedarê Neteweyên Yekbûyî Riza agahî parve kir ku ji 25'ê Tebaxê heta 10'ê Îlonê li tevahîya welêt 936 bûyerên îshaleke giran a ji ber mîkroba kolerayê derketiye holê û herî kêm 8 kes mirine. (ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Lazim e ku mifredatekî li gorî nirx û hêjayên me bê amadekirin
Ji Serokê Giştîyê HUDA PARê Yapicioglu peyama 1ê Gûlanê
Ji teref HAMASê ji bo şehîdê Qudsê “Hasan Saklanan” daxuyanî hat belavkirin
Ambûlans û wesayît li hev qelibîn: 6 birîndar
Pîrejina ku dûçarî êrîşa kûçikan ma bû jiyana xwe ji dest da