Li Sûriyeyê Şer

Di Hadîseyan De Zêdetirî 100 Kes Hatin Kuştin

Li Sûriyeyê li gelek bajaran hêzên ordiya Esed êrîşî muxalîfan û welatiyên Fîlîstînê kir. Do di hadîseyan de zêdetirî 100 kes hatin kuştin.

Li gor xeberan li Şamê û derûdorên Şamê, li Îdlîb, Hûmûs, Deyrûz Zorê, Dera, Hama û li Lazkiyeyê di operasyonên hêzên Esed de, zêdetirî 100 kesî hatin kuştin.

Hat îfade kirin ku ordiya Esed, bi tanq û teyaran êrîşên xwe didomînin. Di operasyonên xwe de sîlehên giran bikar tînin. Gelek xaniyen muxalîfan bi dozeran tên xerakirin. Digel bêteref in jî multeciyên Fîlîstînî, ji teref hêzên Esed ve tên kuştin.

Aktîvîstan diyar kirin ku li herêma Cobar û Kabûnê yên Şamê, şerrê di navbera muxalîf û eskerên Esed de bişîddet dibe. Nexasim herêma Kabûnê buye mîna xerabê. (bangaheq)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Diyarbakır de domano 3 serre yo ke vindi bibi, tarlayê de ame vênayene
Tiliya zarokekî qut bû
Li Dîyarbekirê zarokek 3 salî winda bû
3 kes mir, 5 kes jî birîndar bûn
Rêya Dêrsim-Pulurê ew ê ji bo 2-3 rojan ji trafîkê re girtî be