Li Tacîkîstanê Şer

Di Şerê Navbera Hêzên Emniyet û Grûbekê De 200 Kes Hatin Kuştin

 Li Tacikîstanê serekê komîteya asayîşa mîllî yê herêma Bedeğşanê tumgeneral Ebdûllanh Nazarov, 3 roj berê hatibû kuştin. Ji ber kuştina general Nazarov, hêzên emniyetê li ser mensûbên grûbeke ku ji kuştina generalê mesûl digre, li dar xist. Li gor xeberan hat îfade kirin ku di operasyonê de zêdetirî 200 kes hatine kuştin. Nehat diyar kirin ku kesên kuştî, ji kîjan aliyê ne. Lê medyaya Tacikîstanê diyar kir ku ji grûba muxalîf, kuştin û birîndar hene.

Berî niha hatibû îfade kirin ku piştî kuştina tumgeneral, di şerê bi vê grûbê re, 9 esker hatine kuştin û 25 heb jî birindar bûne. Tê gotin ku ev grûb karê qaçaxçîtiya ciğarê dike. Tumgeneral Nazarov, dema di trafîkê de sekiniye, ji teref kesên nenas ve tê daxistin û dûre jî bi kêran tê kuştin.

Li ser operasyon  û van kuştinan, Qirgizîstan û Ozbekîstan ên ku bi Tacikîstanê re hemsînorin, di sînorên xwe de tedbîrên îlawe pêk anîn.

(Ferman Çiyayî/Bangaheq)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Diyarbakır de domano 3 serre yo ke vindi bibi, tarlayê de ame vênayene
Tiliya zarokekî qut bû
Li Dîyarbekirê zarokek 3 salî winda bû
3 kes mir, 5 kes jî birîndar bûn
Rêya Dêrsim-Pulurê ew ê ji bo 2-3 rojan ji trafîkê re girtî be