Li Tatarîstanê Êrîş

Li Tatarîstanê Li Muftî Êrîş Hat Kirin

Di heman rojê de di du êrîşên hatin kirin de muftî birîndar ket û alîkarê wî hat kuştin.

 

Li gor xeberên hatine sitendin li Tatarîstanê di heman rojê de li hember muftî û alîkarê wî êrîş hatine kirin. Di netîca êrîşan de muftî birîndar ketiye û alîkarê wî hatiye kuştin.

 

Muftiyê Tatarîstanê İldûs Feyzov ji ber teqîna bombeya ku di wasîteya wî de hatibû bi cih kirin birîndar ket. Wekîlê wî Waliulla Yakûvov jî li ber mala xwe hat kuştin.

 

Komîteya Lêkolînê a Rûs beyan kir ku Yakûbovê 64 salî ber mala wî êrîş lê hatiye kirin Û birîndar bûye. Pey birîndar bûye xwe sipartiye wasîteya xwe a di park kirî û li vê derê miriye.

 

Feyzov jî di netîca teqîna di seyara wî de birîndar ket û hat rakirin nexweşxaneyê.

 

Ev her dû sûîqast di zihnan de gelek pirsan derxistin holê. (Muhammed Sebatî/Bangaheq)

 

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Li Amedê 85 kesên ku ji bo tawanên cihêreng dihatin lêgerîn hatin girtin
Masîgirê ji Batmênê dahata masiyan a rojekê bexşî hewcedaran kir
Mijê mejî di payîzê de dikare bê destpêkirin!
Batman de, kavşaxê otogari de qezaya tirî: Yew birindar
Li Cizîrê panela Melayê Cizîrî tê lidarxistin