“Li taxa Sogutluyê ya Midyadê bernameya Mewlûda Pîroz a yekem”

Ji teref komeleya Azîm-Der ya ku endamê Platforma Evîndarên Pêxember e li taxa Sogutluyê ya Midyadê bernameya Mewlûda Pîroz ‘Rêberê Bêhempa Hz. Muhammed’ hat pîroz kirin.

Bername bi xwendina mewlûdê dest pê kir. Rûnîştîyên taxa Sogutluyê eleqeyekî mezin dane bernameya Mewlûda Pîroz. Piştî xwendina mewlûdê, hûnermendên îlahîyan cur bî cur îlahî xwendin.

“Rêberê me yê bêhempa û bêmînak Hz. Muhammed e”

Lêkolîner û nivîskar Îsmaîl Çevîk  di bernameya Mewlûda Pîroz de wiha axivî: “ Bernameyên ku îsal ji teref Platforma Evîndarên Pêxember ve tên pîroz kirin bi navê ‘Rêberê Bêhempa Hz. Muhammed’ tên pîroz kirin. Sedema vê binavkirinê ev e: Li gorî rîwayetekî  dema ku Hz. Adem ji cennetê hat qewirandin û tê li ser rûyê dinyayê ji Xwedê re wiha lavayî dike ‘ Ya Rabbê min. Min ji hûrmeta Muhemmeda ku navê wî li cennetê hatîye nivîsîn bibexşene.’ û Xwedê wî efû dike. Ji ber vê sedemê ye ku Rêberê me yê bêmînak , bêhempa Hz. Muhammed e.”

Îsmaîl Çevîk wiha dawî li xeberdanên xwe anî: “Ji bo  em karibin rêya Hz. Muhammed  a ku her tim dibêje ‘Ummeta min, Ummeta min’  bişopenin; divê em gelekî baş bifikirin.”

 Bername piştî xwendina îlahîyan re bi xwendina diayê xelas bû.(ÎLKHA)

 

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Vera problemê bêkarîye vengdaîşê viraştiş u istixdamî
"Parastina mafên mirovan sûc nîne"
Li Dîyarbekirê 48 hezar û 579 esrara kenewîr hatin îmhakirin
Ew ê beşdarî Kongreya Bajarê Dîyarbekirê bibe
Banga civîneke çapemeniyê ya girseyî hat kirin