Li Tayvanê hejmera kesên ku di erdjehê de mirin bû 23

Hejmara kesên ku li rojavaya Tayavanê di erdheja ku pêk hat de jiyana xwe ji dest dan derkete 23an.Xebetan lêgerîn û xelaskirinê berdewam dikin.

Hejmara kesên ku li  bajêra Taînana rojavaya Tayvanê di erdheja ku pêk hat de jiyana xwe ji dest dan derkete 23an.Xebetan lêgerîn û xelaskirinê berdewam dikin.Hat ragihandin ji bin enqazê bi sedan kes hatine xelaskirin.Her wiha hat ragihandin ji bin enqazan 6 jê zarok tevde ceseda 23 kesan hatiye derxistin.

Li gor agahîyan xebatên zêde li avahîya 16 qetî ya bi navê Weîguanê tên kirin ku zêdetirî 120 kesî li benda xelaskirinê ne.Her wiha hat ragihandin di erdhejê de nêzî 500 kesî birîndar bûye.

Herî dawî di erdheja ku di sala 1999an de li Tayvanê pêk hatibû de 2 hezar û 300 kes jiyana xwe ji dest dabûn.(ÎLKHA)

 

 

 

 

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Qezayê Pîran de meseleyî cayê ci de goştarî kerdî
2 mirî, 3 birîndarên giran
Naverokên tundûtûjiyê bandoreke neyînî li ser pêşketina zarokan dikin
Bernameya Mewlûdê hat lidarxistin
Li Kerkûkê qezaya zincîrî: 6 mirî, 16 birîndar