Li gor lêpirsîna raya giştî ya ku li 19 welatan hatiye kirin di 3 salên dawî de welata ku herî zêde lê dijberiya Amerîka lê zêde bûye Tirkiye û ev rêjeya dijberiyê ji sedî 36an derketiye ji sedî 64an.
Di ‘Anketa Nirxandina Welatan’ a ku di navbera heyamên Berfanbara 2016-Nîsana 2017an de ji teref şîrketa lêkolînê ya bi navê GlobeScan/PPCyê ve hatiye kirin ji kesên beşdarvan sê behran tenê behrek destnîşan kirine ku ‘ew li hember Amerkayê xwediyê nêrîneke erênî ne.’
Li gor daneyên ku ji teref şîrketê ve hatine parvekirin helwesta neyînî ya li dijî Amerîka herî zêde li Tirkiyê çêbûye. Dijberiya Amerîka ya ku di sala 2014an de ji sedî 36 bû ji sedî 28 zêde bû derket ji sedî 64an.
Her wiha di daxuyaniya ku şîrketê belav kiriye de tê dîtin li welatên bi navê Rûsya, Ingilistan, Ispanya, Fransayê, Peru û Meksîkayê jî dijberiya Amerîkayê her ku diçe zêdetir dibe.(ÎLKHA)