Li Tirkiyê Hiqûq Ji Bo Sitûqalinda Ye

Li Tirkiyê heq û hiqûq, ji bo kesên zikqelew û stûqalinda ye. Kesên feqîr û reben, dîndar û musluman, me’mela ji dêmaryê dibînin.

 Li Tirkiyê heq û hiqûq, ji bo kesên zikqelew û stûqalinda ye. Kesên feqîr û reben, dîndar û musluman, me’mela ji dêmaryê dibînin.

Bersûcê doza balyozê orgeneralê teqawîd Ergîn Saygûn, bi îddîa nexweşiyên wî hat tehliyekirin. Bi vî awayî înfaza ceza wî ya hepsê hat cemidandin. Li orgeneral Saygûn, 18 sal ceza hepsê hatibû birîn. Saygûn li nexweşxana Mehmet Akîf Ersoyê, ji qelbê xwe ameliyat bûbû. Tiba Edlî ji bo Saygûn beyan kiribû ku, bi wê rewşê nikare di hepsan de bimîne. Mehkema ceza giran ya 10an ya Stenbolê jî, qirara tehliyekirin û cemidandina înfaza Saygûn da.

Li Tirkiyê girtî û mehkûmên doza balyoz û Ergenekonê, ji hemî heq û hiqûqan îstîfade dikin. Feqet kesên din, nexasim mehkûmên dîndar û musluman me’mela ji dêmaryê dibînin. Lewra heq û hiqûq ji bo wan nameşe.

Fîkret Bayram 14 sal e ku di hepsan de ye. Wicûda wî ji sedî 92 nalebite. Bi serê xwe nikare di hepsan de heyata xwe bidomîne. Li ser ewqas tepkî û îmzeyan jî, çavê Ebdullah Gul nabîne. Her wiha Yasîn Demîr jî, ji ber nexweşiyên xwe di hepsan de ketiye tecrîdê. Mehkûmên mîna wek wan yên dîndar, ji heq û hiqûqê nikarin îstîfade bikin. Lewra ne ji stûqalindan û ne ji zikqelewan in.

bangaheq

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Li Amedê 85 kesên ku ji bo tawanên cihêreng dihatin lêgerîn hatin girtin
Masîgirê ji Batmênê dahata masiyan a rojekê bexşî hewcedaran kir
Mijê mejî di payîzê de dikare bê destpêkirin!
Batman de, kavşaxê otogari de qezaya tirî: Yew birindar
Li Cizîrê panela Melayê Cizîrî tê lidarxistin