Li Tirkiyê Hiqûq Ji Bo Sitûqalinda Ye

Li Tirkiyê heq û hiqûq, ji bo kesên zikqelew û stûqalinda ye. Kesên feqîr û reben, dîndar û musluman, me’mela ji dêmaryê dibînin.

Li Tirkiyê heq û hiqûq, ji bo kesên zikqelew û stûqalinda ye. Kesên feqîr û reben, dîndar û musluman, me’mela ji dêmaryê dibînin.

Bersûcê doza balyozê orgeneralê teqawîd Ergîn Saygûn, bi îddîa nexweşiyên wî hat tehliyekirin. Bi vî awayî înfaza ceza wî ya hepsê hat cemidandin. Li orgeneral Saygûn, 18 sal ceza hepsê hatibû birîn. Saygûn li nexweşxana Mehmet Akîf Ersoyê, ji qelbê xwe ameliyat bûbû. Tiba Edlî ji bo Saygûn beyan kiribû ku, bi wê rewşê nikare di hepsan de bimîne. Mehkema ceza giran ya 10an ya Stenbolê jî, qirara tehliyekirin û cemidandina înfaza Saygûn da.

Li Tirkiyê girtî û mehkûmên doza balyoz û Ergenekonê, ji hemî heq û hiqûqan îstîfade dikin. Feqet kesên din, nexasim mehkûmên dîndar û musluman me’mela ji dêmaryê dibînin. Lewra heq û hiqûq ji bo wan nameşe.

Fîkret Bayram 14 sal e ku di hepsan de ye. Wicûda wî ji sedî 92 nalebite. Bi serê xwe nikare di hepsan de heyata xwe bidomîne. Li ser ewqas tepkî û îmzeyan jî, çavê Ebdullah Gul nabîne. Her wiha Yasîn Demîr jî, ji ber nexweşiyên xwe di hepsan de ketiye tecrîdê. Mehkûmên mîna wek wan yên dîndar, ji heq û hiqûqê nikarin îstîfade bikin. Lewra ne ji stûqalindan û ne ji zikqelewan in.(Bangaheq)

 

 

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Güncel Haberleri

Asgari ücret 28 bin 75 lira olarak belirlendi
Sanal kumar gençliği tehdit ediyor!
Lastik ustaları: Kış lastiği 7 derecenin altında zorunluluktur
"Yüzyılın Konut Projesi" başvuruları yarın başlıyor
1,8 milyon kişinin ehliyeti artık geçersiz!