Li Tirkîyê û bakurê Kurdistanê heta niha zêdetirî milyonek û nîv kes vaksîn li xwe dan

Di bergeha lêxistina vaksîna Coronayê de li Tirkîyê û bakurê Kurdistanê heta niha zêdetirî milyonek û nîv kes vaksîna Coronavacê li xwe dan.

Piştî kontrolên ku nêzî 2 heftîyan berdewam kirin re ji lêxistina vaksîna ku ji Çînê hatibû anîn destûr hat dayîn ku di vê bergehê de Wezîrê Tenduristîyê Koca bû kesê ewil ku vaksîn li xwe da.

Ji 14ê Çileyê vir ve  li bajarên Tirkîyê û bakurê Kurdistanê xebatên lêxistina vaksîna Coronavacê berdewam dike. Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin li Tirkîyê û bakurê Kurdistanê heta niha zêdetirî milyonek û nîv kes vaksîna Coronavacê li xwe dan.

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Ji bo bakur hişyarîya şilîyê hat dayîn
Li Rihayê qamyonet û wesayît li hev qelibîn: 16 birîndar
Otobûsa rêwîyan qelibî: 2 mirî, 34 birîndar
Şêx Qeredaxî: Hesen Saklanan şehîdîyê xwest û bidest xist
HAMASê derheqê Refahê de daxuyanî da