Li Tirkîyê û Bakurê Kurdistanê sînordarkirina hatin û çûnê berdewam dike

​Sînordarkirina hatin û çûnê ya ku berî niha ji ber zêdebûna pêketîyên Coronavîrusê hatibû îlankirin li bajarên Bakurê Kurdistanê û li bajarên Tirkîyê berdewam dike.

Li Tirkîyê û Bakurê Kurdistanê sînordarkirina hatin û çûnê berdewam dike

Di civîna ku hatibû lidarxistin de tevdîrên nû yên li dijî Coronavîrusê hatibûn nirxandin û biryara sînordakirina çûyîn û hatinê ya di navbera seatên 21.00-05.00an de hatibû dayîn.

Vê heftîya qedexeya derketina derve di 5-8ê Sibatê de bê tetbîqkirin.

Di bergeha tevdîrên Coronavîrusê de sînordakirina çûyîn û hatinê dê ji êvara 5ê Sibatê di seat nehê êvarî de  dest pê bike û dê di 8ê Sibatê de di seat pêncê şeveqê de bi dawî bibe.

Di pêvajoya sînordarkirina çûyîn û hatine de di navbera seatên 10.00-17.00an de dê firin, market, bakkal, fêkîfiroş, êmîşfiroş, kasap vekirî bimînin.

Kesên ku ji sînordarkirinê ne muaf bûn nikaribin derkevin derve.

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Kesek bi giranî birîndar bû
Di Cejna Qurbanê de 44 kesan di rêyan de canê xwe ji dest dan
Yek ji serokên Cîhada Îslamî Şêx Raîk Besharat hat şehîdkirin
“Karwanê Berxwedanê” ber bi Derîyê Sînorê Refahê ve diçe
Îşxalkeran qebûl kirin ku di 7ê Cotmehê de hilweşiyane