Li Tirkîyê û Bakurê Kurdistanê sînordarkirina hatin û çûnê berdewam dike

Sînordarkirina hatin û çûnê ya ku berî niha ji ber zêdebûna pêketîyên Coronavîrusê hatibû îlankirin li bajarên Bakurê Kurdistanê û li bajarên Tirkîyê berdewam dike.

Di civîna ku hatibû lidarxistin de tevdîrên nû yên li dijî Coronavîrusê hatibûn nirxandin û biryara sînordakirina çûyîn û hatinê ya di navbera seatên 21.00-05.00an de hatibû dayîn.

Vê heftîya qedexeya derketina derve di 22-25ê Gûlanê de bê tetbîqkirin.

Di bergeha tevdîrên Coronavîrusê de sînordakirina çûyîn û hatinê dê ji êvara 22yê Gûlanê di seat nehê êvarî de  dest pê kir û dê di 25ê Gûlanê de di seat pêncê şeveqê de bi dawî bibe.

Di pêvajoya sînordarkirina çûyîn û hatine de di navbera seatên 10.00-17.00an de dê firin, market, bakkal, fêkîfiroş, êmîşfiroş, kasap vekirî bimînin.

Kesên ku ji sînordarkirinê ne muaf bûn nikaribin derkevin derve.

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Bendawan de kontrolkerde awe dımeşîyena
Werin em bibin yek û xwe bi benê Xwedê ve girêbidin
Em bêyî şopandina Sunneta Pêxember nikarin bigihîjin tu derê
Ev yekîtî ji bo tevahiya cîhana Îslamê mînakek baş e
Divê demildest ji bo Netanyahu fermana girtinê were dayîn