Li Tirkîyê û Bakurê Kurdistanê sînordarkirina hatin û çûnê bi dawî bû

​Sînordarkirina hatin û çûnê ya ku berî niha ji ber zêdebûna pêketîyên Coronavîrusê hatibû îlankirin li bajarên Bakurê Kurdistanê û li bajarên Tirkîyê bi dawî bû.

Di civîna ku hatibû lidarxistin de tevdîrên nû yên li dijî Coronavîrusê hatibûn nirxandin û biryara sînordakirina çûyîn û hatinê ya di navbera seatên 21.00-05.00an de hatibû dayîn.

Vê heftîya qedexeya derketina derve di 12-15ê Sibatê de hat tetbîqkirin.

Di bergeha tevdîrên Coronavîrusê de sînordakirina çûyîn û hatinê dê ji êvara 12ê Sibatê di seat nehê êvarî de  dest pê kir û di 15ê Sibatê de di seat pêncê şeveqê de bi dawî bû.

Di pêvajoya sînordarkirina çûyîn û hatine de di navbera seatên 10.00-17.00an de dê firin, market, bakkal, fêkîfiroş, êmîşfiroş, kasap vekirî bimînin.

Kesên ku ji sînordarkirinê ne muaf bûn nikaribûn derkevin derve.

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Li Batmanê du otomobîl serî bi serî li hev ketin: 3 birîndar
Li navçeya Erxeniyê ya Dîyarbekirê, zilamekî piştî nîqaşekê xezûr û bûrayê xwe kuşt
Di qezaya otomobîl û qamyonekê de 2 kes mirin û yek jî bi giranî birîndar bû
Li peravên Îzmîrê 59 koçberên neqanûnî hatin xelaskirin
Li depoya emanet a Dadgeha Dîyarbekirê bi sedan fişek winda bûn