Li Tirkîyê û bakurê Kurdistanê sînordarkirina hatin û çûnê îşev cardin dest pê dike

​Sînordarkirina hatin û çûnê ya ku berî niha ji ber zêdebûna pêketîyên Coronavîrusê hatibû îlankirin li bajarên bakurê Kurdistanê û li bajarên Tirkîyê dê îşev cardin dest pê bike.

Li Tirkîyê û bakurê Kurdistanê sînordarkirina hatin û çûnê îşev cardin dest pê dike

Di civîna ku hatibû lidarxistin de tevdîrên nû yên li dijî Coronavîrusê hatibûn nirxandin û biryara sînordakirina çûyîn û hatinê ya di navbera seatên 21.00-05.00an de hatibû dayîn.

Vê heftîya qedexeya derketina derve di 5-8ê Sibatê de bê tetbîqkirin

Di bergeha tevdîrên Coronavîrusê de sînordakirina çûyîn û hatinê dê ji êvara 5ê Sibatê di seat nehê êvarî de  dest pê bike û dê di 8ê Sibatê de di seat pêncê şeveqê de bi dawî bibe.

Di pêvajoya sînordarkirina çûyîn û hatine de di navbera seatên 10.00-17.00an de dê firin, market, bakkal, fêkîfiroş, êmîşfiroş, kasap vekirî bimînin.

Kesên ku ji sînordarkirinê ne muaf bûn nikaribin derkevin derve.

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Li Nisêbînê di şewata malekî de kesek ji dûmanê bandor bû
Li Nisêbînê otomobîlek ji zinaran wergeriya: 2 birîndar
Kûçikên serberdayî yên li Dîyarbekirê welatiyan dixe nav fikaran
Ji Trump tehdîda nû ya nukleerî
Candayîn zêde dibe