Li Tirkîyê û bakurê Kurdistanê zêdetirî 3 milyon û 70 hezar kes vaksîn li xwe dan

Di bergeha lêxistina vaksîna Coronayê de li Tirkîyê û bakurê Kurdistanê heta niha 3 milyon û 70 hezar û 349 kes vaksîna Coronavacê li xwe dan.

Li Tirkîyê û bakurê Kurdistanê zêdetirî 3 milyon û 70 hezar kes vaksîn li xwe dan

Piştî kontrolên ku nêzî 4 heftîyan berdewam kirin re ji lêxistina vaksîna ku ji Çînê hatibû anîn destûr hat dayîn ku di vê bergehê de Wezîrê Tenduristîyê Koca bû kesê ewil ku vaksîn li xwe da.

Ji 14ê Çileyê vir ve  li bajarên Tirkîyê û bakurê Kurdistanê xebatên lêxistina vaksîna Coronavacê berdewam dike. Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin li Tirkîyê û bakurê Kurdistanê heta niha 3 milyon û 70 hezar û 349 kes vaksîna Coronavacê li xwe dan.

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Kesek bi giranî birîndar bû
Di Cejna Qurbanê de 44 kesan di rêyan de canê xwe ji dest dan
Yek ji serokên Cîhada Îslamî Şêx Raîk Besharat hat şehîdkirin
“Karwanê Berxwedanê” ber bi Derîyê Sînorê Refahê ve diçe
Îşxalkeran qebûl kirin ku di 7ê Cotmehê de hilweşiyane