“Li Tirkîyeyê hiqûq ji bo kesên bihêz heye”

Serokê AGDyê ya şaxa Intebê Mehmet Fatîh Evyapan di nirxandina xwe ya di derbarê cezakirina endamên komeleyên îslamî yên Edene de got: Li Tirkîyeyê hiqûq û dad ji bo kesên bihêz heye.

Serokê AGDyê ya şaxa Dîlokê  Mehmet Fatîh Evyapan di nirxandina xwe ya di derbarê cezakirina endamên komeleyên îslamî yên Edene de da zanîn ku li Tirkîyeyê hiqûq ji bo kesên bihêz heye.Misilman her tim leqayî van bê hiqûqîyan tên û misilman nexerîbe vî tiştî ne jî.

Evyapan îfade kir ku kesên ku îro guh nadin vê zilma ya ku li misilmanan tê kirin ew ê sibe bi heman zilmê re rû bi rû bibin.

“Dema ku xeberdan tê li ser mijara misilmanan tu kes tiştekî nake”

Evyapan herwiha got: “Li Tirkîyeyê hiqûqek  rûniştî tune ye. Mixabin li Tirkîyeyê hiqûq ji bo kesên bihêz heye. Ev welat şahid bû ku di şevekê de ji meclisê qanûnan derbas kirin. Lê bele dema ku dor tê misilmanan tu kes tiştekî nake. Gelo  ji ber ku misilman kovar û kitêbên bibandrol dixwenin, ji ber ku bernameyên mewlûda pîroz li dar dixin, dibe werin ceza kirin? Di şertên asayî de divê neyên ceza kirin. Mixabin di van mijaran de bêhiqûqî didome.”

“Ev tiştê ku li misilmana tên kirin zilm e”

Evyapan bal kişand li ser mijara zilma ku li misilmanan tê kirin û  wiha dawî li axaftina xwe anî: “Niha ev tiştê ku li misilmanan tê kirin zilm e. Niha jî birayên me misilman hêj jî di girtîgehan de zilmê dibenin. Ew  birayên me bi rastî jî mazlûm in. Ew kesên ku dengê van misilmanan nabihîzin wê sibe ew kes bi heman zilmê re rû bir û bibin.” (ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Qezayê Pîran de meseleyî cayê ci de goştarî kerdî
2 mirî, 3 birîndarên giran
Naverokên tundûtûjiyê bandoreke neyînî li ser pêşketina zarokan dikin
Bernameya Mewlûdê hat lidarxistin
Li Kerkûkê qezaya zincîrî: 6 mirî, 16 birîndar