Li Tûnûsê Fesxa Hikûmetê

Li Tûnûsê piştî kuştina lîderê mûxalîf û laîq Şukru Belîd, hikûmet hate fesixkirin. Serekwezîrê Tûnûsê Hamadî Cîbalî, ji televîzyona resmî re xeber da

 Li Tûnûsê piştî kuştina lîderê mûxalîf û laîq Şukru Belîd, hikûmet hate fesixkirin. Serekwezîrê Tûnûsê Hamadî Cîbalî, ji televîzyona resmî re xeber da. Cîbalî da zanîn ku wê di şûna hikûmeta fesîxkirî de, hikûmeteke teknokrat ya ku, ne mensûbên tu partiyên siyasî ne, bê avakirin.

Cîbalî beyan kir ku, ji ber ku li ser guhertina kabîneyê lihevkirin pêknehatiye, qirara fesixkirinê hatiye dayîn, û di qirarê de bi partiyên muxalefet û îktîdarê re, tu hevdîtin çê nebûye.  Hikûmeta teknokrat, heta hilbijartina giştî bên lidarxistin, wê welêt îdare bike.

Sekreterê giştî yê partiya demokrata welatperwer ya muxalefetê Şukru Belîd, li ber mala xwe, bi êrîşeke sûîqestî hatibû kuştin, ji ber vê yekê jî li welêt protesto dest pê kiribûn. Berî niha partiyên koalîsyonê li guhertina kabîneyê li hev nedikirin.

bangaheq

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Li Amedê 85 kesên ku ji bo tawanên cihêreng dihatin lêgerîn hatin girtin
Masîgirê ji Batmênê dahata masiyan a rojekê bexşî hewcedaran kir
Mijê mejî di payîzê de dikare bê destpêkirin!
Batman de, kavşaxê otogari de qezaya tirî: Yew birindar
Li Cizîrê panela Melayê Cizîrî tê lidarxistin