Li Ukraynayê di depoya muhîmatê de teqîn: 24 hezar kes hatin tehliyekirin

Li bajaroka Kalynîvkaya Ukraynayê di depoyeke eskerî yamuhîmatê de teqîn pêk hat, ji ber teqînê 24 hezar kes hatin tahliyekirin.

Hat ragihandin li bajaroka Kalynîvkaya ku 270 km ji Kîeva paytexta  Ukraynayê  dûr e, di depoyeke eskerî ya  muhîmatê de teqîn pêk hat. Hat diyarkirin ji ber teqînê kesek birîndar bû û 24 hezar kes hatin tahliyekirin.

Hat ragihandin li heremê ceyran hatine qutkirin û wanayên xazên sirûştî hatin girtin. Serokwezîr Ukraynayê  Volodymyr Groysmanê ku çû cihê teqînê diyar kir  derheqê teqînê de lêpirsîn hatiye destpêkirin û teqîn ji ber hêmanên derve pêk hatiye.

Berdevkê Serwîsa Ewlehiya Ukraynayê Olena Gîtlyanska jî derheqê teqînê de diyar kir teqîn ji ber sabotajê pêk hatiye.

Petro Poroshenkoyê Serokkomarê Ukraynayê bo mesele bê axavtin qadroya birêveberiyê banga civîna bi lez kir.

Di meha adarê de jî li ukraynayê bi heman awayî teqînek pêk hatibû û 20 hezar kes hatibûn tehliyekirin.(ÎLKHA)








 

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Dîmena dronê ya valakirina ava Bendava Goksu ya Çinarê
Bendê Goksuyê Çınari de awe thale kenê
Deriyên Bendava Ilisuyê hatine vekirin
Em bacê didin, lê em xizmetê nagirin
Ewlekarîya keştîyên wijdanî berpirsiyariya hemû parlementoyan e