Li Urdunê avahî hilweşîya: 10 mirî

Doh li herêma Al-Weibdeha Amman a paytexta Urdunê avahîyek hilweşîya, di encama hilweşîna avahîyê de gelek kes di bin enqazê de man û di xebatên xelaskirinê de cesedê 10 kesan hatin derxistin.

Ekîbên Parastina Sîvîl ya Urdunê, piştî hilweşîna avahîyeke 4 qatî xebatên xwe didomînin.

Ji teref rayedaran ve hat daxuyandin ku, ji ber sedema hilweşîna avahîyê hejmarê kesên ku canê xwe ji dest dane derket 10 kesan.

Hat ragihandin ku doh di bin enqazê de pitikek jî hat xelaskirin.

Li gorî agahîyan pitika ku navê wê Malak e 4 mehî bûye.

Tehqîqata ku derheqê meseleyê de hat destpêkirin berdewam dike. (ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Bendawan de kontrolkerde awe dımeşîyena
Werin em bibin yek û xwe bi benê Xwedê ve girêbidin
Em bêyî şopandina Sunneta Pêxember nikarin bigihîjin tu derê
Ev yekîtî ji bo tevahiya cîhana Îslamê mînakek baş e
Divê demildest ji bo Netanyahu fermana girtinê were dayîn