Li payîtexta Urdun Ammanê ji ber zêdebûna bihayê benzîn û gazê bi hezaran kes li Meydana Daxiliye a nêzî Nexweşxaneya Hîbba Tişrîn protestoyan lidarxistin.
Protestoyên ku hatin kirin bi beşdariyeke zêde dewam kirin. Di protestoyan de li hember Qral ‘Ebdûllah sloganên “Şoreşa Gel û Azadî” hatin avêtin û tekbîr hatin kişandin.
Ji bilî vê protestovanan banga greva ‘imûmî kirin. Taybetiya vê protestoyê a herî girîng ew e ku digel ku cezayê wê girane jî bi eşkere Qral ‘Ebdullah hedef hat girtin. Cezayê heqareta li Qral di sehayên giştî de sê sal heps e.
Di hêla dî de Sefareta Kuweytê a Urdunê bang kir ku telebeyên kuweytê yên li Zanîngehê Urdunê sibê neçin zanîngehên xwe. www.bangaheq.net