Li ‘Urfayê Sê Gund Hatin Valakirin

Pey ku pevçûna li Sûrîye hat ber sînorê Tirkiyê, li gundê Murşîtpinar a bi qeza Sûrûcê ve girêdayî tedbîrên ewlehiyê hatin zêdekirin.

 Pey ku pevçûna li Sûrîye hat ber sînorê Tirkiyê, li gundê Murşîtpinar a bi qeza Sûrûcê ve girêdayî tedbîrên ewlehiyê hatin zêdekirin. Ji camiyê û wasîteyên ‘eskerî hat anons kirin ku xelq gund terk bikin.

Hat beyan kirin ku li Herêma ‘Eyn-ul ‘Ereb a bi bajarê Helebê ve girêdayîye muxalif û hêzên Esed ji bo şer û pevçûnê amadehiyan dikin. Ev yek di xelqê gundên nêzî sînor de bû sedemê tirsê.

Pey ku rayedaran di vê derbarê me’lûmatan wergirtin, ji bo ewlehiyê qerar hat dayîn ku gundên nêzî sînor bên vala kirin. Ji bo xelq gund valakin ji camiyê û wasîteyên ‘eskerî anons hatin kirin.

Gundê Murşîtpinara ku 50 xaneye û du gundên din pey anonsan têne valakirin. Gundî diçin merkeza Ruha û Sûrûcê ba ‘eqrebayên xwe.

Di hêla dî de gelek wasîteyên bi zirx hatin şandin herêmê û li ser sînor xendek û mewzî têne kolandin. www.bangaheq.net

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Rêya Dêrsim-Pulurê ew ê ji bo 2-3 rojan ji trafîkê re girtî be
Ew ê li çar alîyê Tirkîyeyê baran bibare
Qezayê Pîran de meseleyî cayê ci de goştarî kerdî
2 mirî, 3 birîndarên giran
Naverokên tundûtûjiyê bandoreke neyînî li ser pêşketina zarokan dikin