Li Vanê Mînîbûs ji rê derket: 2 mirî, 8 birîndar

Li navçeya Şaxa Wanê mînîbûsek ji rê derket û teqle avêt, di encama qezayê de 2 kes canê xwe ji dest dan û 8 kes jî birîndar bûn.

Li gorî agahîyên ku hatine bidestxistin mînîbûseke bi pleqeya 06 AR 2874 di seatên serê sibê de li nêzê gundê Elmaciyê li ser rêya Wan-Şaxê ji ber ku şofêrê erebeyê hakimîyeta dîreksîyonê winda kir ji rê derket.

Bi xeberdayîna mirovan ji cihê qezayê de ekîbên tenduristî û îtfaîye hatin sewqkirin. Di encama qezayê de Eyup T. û Omer T. Canê xwe ji dest dan.

Hat diyarkirin kesên birîndar jî bi ambûlansan hatin rakirin nexweşxaneyan û derheqê qezayê de jî tehqîqat hat destpêkirin. (ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Rêyên gundan ên herêma Qerejdaxê ne di rewşa bikaranînê de ne
Çınar de 2 wesayiti pê dımi dıyê: 5 mırdey estê
5 kesan wefat kir 2 kes jî birîndar bûn
5 kesan jiyana xwe ji dest dan
Baran tê, li bakur jî talûkeya aşîtê heye