Serokwezîr Bînakî Yildirim kampa ku li Cox’s Bazarê ye û Mislimanên Arakanî lê dimînin ziyaret kir. Yildrimê ku ji muhaciran re xwarina germ belav kir bang li temamê dinyayê kir da ku ji Mislimanên Arakanî re alîkarîyê bê kirin.
Serokwezîr Bînalî Yildirim piştî ziyareta ku kir re daxuyanîyek da û li ser rewşa elemnak a Mislimanên Arakanî de nirxandinan kir. Yildirim di axavtina xwe ya ku kir de diyar kir ew ê Tirkîye alîkarîyên xwe yên ji bo Arakanîyan bidomîne û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “ Em ji alema Îslamê re û ji wan kesên din re heman bangê dikin û dibêjin; ev der cihê ku lê însanetî nemaye ye. Ger însanetî tiştina neke ew ê kengî bike?”(ÎLKHA)