Li Wanê agir bî sîteya ka firoşan ket

Li navçeya Îpekyoluya Wanê di sîteya ka firoşan de ji ber sedemeke ku hêj nayê zanîn şewat derket. şewat di demeke kin de temamê dikanan da ber xwe û dikan bûn xwelî.

Li navçeya Îpekyoluya Wanê di sîteya kafiroşan de doh êvarî şewat derket.

Şewata ku derket di demeke kin de bi temamê dikanan ket. Kesên ku şewatê dîtin xeber dan rayedaran.

Piştî hesîna bi bûyerê gelek ekîbên îtfaîye û tenduristî hatin sewqkirin cihê bûyerê.

Ji ber ku ekîbên li îpekyoluyê ji heqî şewatê derneketin û nikaribûn şewatê têxin bin kontrolê ji navçeyên derdorê yên mîna Tişba, Gewaş, Edremît û Kurubaşê alîkarî hat xwestin.

Di encama xebatên ku gelek zêde berdewam kirin de şewat hat xistin bin kontrolê.

Ji ber şewata ku sedema wê hêj nayê zanîn çawa û bi çi sedemê derketiye tiştek bi serê kesî nehat.

Tehqîqata derheqê bûyerê de berdewam dike. (ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Diyarbekir de varişan biro paka Dicle Roje debi berz biyo
Tiştê ku derman ji jehrê cuda dike doza wî ye
ji bo çareserkirina pirsgirêkên Gundê Boşatê bangawazî
Bi eleqeyeke mezin berdewam dike
Li ser neteweperesta Fransî Le Pen şîroveyên "durû"