Li Wanê bi wesayîta bombebarkirî êrîş li qereqolê hat kirin: 1 mirî 11 birîndar

WAN - Li Taxa Paya girêdayê navçeya Erdîşa Wanê PKKyiyan bi wesayîta bombebarkirî êrîş birin li ser qereqola cendirmeyan, di êrîşa ku hat kirin de eskerek jiyana xwe ji dest da û 11 esker jî birîndar bûn.

Li gor agahiyên ku hatine wergirtin di derdora seat 01.00an de Li Taxa Paya girêdayê navçeya Erdîşa  Wanê  PKKyiyan bi wesayîta bombebarkirî êrîş birin li ser qereqola cendirmeyan.

Li gor îddîayan wesayîta bombebarkirî ji teref eskeran ve berî niha hat dîtin û li ji teref eskeran ve ji kesên PKKyî   re  îqaza bisekine hat kirin.Lê kesên PKKyî  guh nedan îqazê  û wesayîta bombebarkirî teqandin.

Di encama teqînê de eskerek jiyana xwe ji dest da û 11 esker jî birîndar bûn.Piştî  êrîşê gelek ambûlans sewqî cihê bûyerê hatin kirin û li heremê jî operasyoneke berfireh hat destpêkirin.(ÎLKHA)

 

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Grûba xozan ke kewte merkezê ca bîyê vêniyaye
Îşkenceya li girtîgehên sîyonîstan eşkere kir
Dikandaran derxistin kolanan
5 hezar û 400 şitlê esrarê hatin bidestxistin
Alîkarê fermandarê cendermeyan û jina wî hatin girtin