Li Wanê di mala ku pevçûn derket de cebilxane hat bidestxistin

Li navçeya Edremîta Wanê di mala ku bi PKKyîyan re pevçûn derket de cebilxane hat bidestxistin.

Her weke ku tê zanîn duh li navçeya Edremîta Wanê li hemberî Parka Kocaelîyê di malakê 2 qetî de pevçûn derketibû ku di pevçûnê de 12 PKKyî hatibûn kuştin.Di mala ku tê de 12 PKKyî hatibûn kuştin de gelek cebilxane hat bidestxistin.

Di derbarê mijarê de ji teref Walîtîya Wanê ve daxuyanîyek hat dayîn. Di daxuyanîya ku hat dayîn de hat diyarkirin 7 keleşkof, 2 çekê M-16, Biksîyek, 2 demançe, 25 bombeyê destan,  32 carcûrê keleşkofê, 10 carcûrê M-16an,  hezar û 500 dolar û hezar tl, 908 berikê çekan, dengirek, mekîneyekê fotografê, 4 flash bellek, 3 hard disk û notebookek hat bidestxistin.

Hat diyarkirin di derbarê mijarê de tehqîqet hêj berdewam dike.(ÎLKHA)

 

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Vera problemê bêkarîye vengdaîşê viraştiş u istixdamî
"Parastina mafên mirovan sûc nîne"
Li Dîyarbekirê 48 hezar û 579 esrara kenewîr hatin îmhakirin
Ew ê beşdarî Kongreya Bajarê Dîyarbekirê bibe
Banga civîneke çapemeniyê ya girseyî hat kirin