Li Wanê êrîşa ku li Entabê hat lidarxistin hat şermezarkirin

WAN - ‘Platforma ji Derbe û Terorê re ne’ li Wanê êrîşa ku wek bombeyî wehşiyane li Entabê hat lidarxistin hat şermezarkirin.

 Êrîşa ku li Entabê hat lidarxistin û di encamê de 54 kes jiyana xwe ji dest dan li Wanê bi daxuyaniya çapemeniya girseyî hat şermezarkirin.

Daxuyaniyê li ser navê platgormê Mehmet Alî Uca xwend. Uca diyar kir ku Tirkiye piştî teşebusa derbeyê bi êrîşan re rû bi rû mane. Dûvre Uca wiha li axavtina xwe zêde kir: “Ya rast ev e bi êrîşa ku li Entabê hat lidarxistin mirovahî tê hedefgirtin. Ev êrîş domahiya teşebusa derbeya xwînî ya 15ê Tîrmehê û êrîşa xayîn a koalîsyona terorê stratejiya qaos û terorê pêk tîne. Ev êrîş dijî povajoya Tirkiyê hatiye kirin.”

Uca daxuyaniyê wiha domand: “Dê em armanca hêzên kureyî, rêxixstinên taşeron û kesên ku piştgirî didin wan astengkirin. Ev êrîşên ku di van demên dawî de li bajar û bi taybet li qadên hevpar ên însanan tên lidarxistin dê bibe feruad û perpitîna herî dawî yên wan. Wek milet em amade û xwedî qerar in ku dijî teroran tênekevin tefrîqeyê bi semîmiyeta ruhê 15ê Tîrmehê her dem û di her şert û mercê de bi hev re hereket bikin.”

Uca wiha dawî li daxuyaniyê anî: “Roj ew roj e ku em dijî emperyalîzma ku ji erdnîgara Mislimanan û ya ji erdnîgara miletê me ji xwînê tê xwedîkirin û îstîsmar û zilmê pêk tîne bibin yek. Roj ew roj e ku em dijî kesên ku piştgirî didin rêxistina terorê bi hev re hereket bikin. Roj ew roj e ku em di biratiya xwe ya hezar û 400 salî de bên cem hev. Lewra em vî yekê baş dizanin ku armanca van rêxistinên terorê ya herî mezin ew e ku di bingeha hêzên derve de îdeolojîka civakî ji nû ve saz bikin û wan ji baweriya wan dûr bixin. Wek gelê Wanê em van êrîşên ku hatine lidarxistin şermezar dikin; kesên ku di êrîşa menfûr de jiyana xwe ji dest dane re rehmet dixwazin û bila serê malbatên waz xweş bibe.” (ÎLKHA)

 

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Bihaya jêkirina qurbana biwekaletî dîyar bû
Petrola Ezerbaycanê li ser Tirkîyeyê ji rejîma sîyonîst re tê şandin
Li Entabê mîksera beton li mînîbûsê qelibî: 8 mirî
Zarokên ku beşdarî Mewlida Nebî bûbûn hestên xwe diyar kirin
“Însanîyet encax bi riayetkirina Pêxemberê me wê bighêje xelasîyê”