Li Wanê otobûs gêrê şerempolê bû: 5 mirî

Li navçeya Ertemêtana Wanê otobûsa ku koçberên neqanûnî tê de bûn gêrê şerempolê bû, di encama qezayê de 5 koçber canê xwe ji dest dan.

Di encama qezayê de 5 koçber canê xwe ji dest dan, 7 endamên ewlehîyê, 2 şofêr û 21 koçber jî birîndar bûn.

Ji teref Walîtîya Wanê ve derheqê bûyerê de daxuyanî hat dayîn û di daxuyanîyê de weha hat gotin:

“Di encama qezayê de li gorî diyarîyên ewil 7 endamên me yên ewlehîyê, 2 şofêr, 26 koçber birîndar bûne. Birîndar ji nexweşxaneyên derdorê re hatine sewqkirin. Tedawîyên birîndaran li nexweşxaneyê berdewam dike. Derheqê bûyerê de ji teref Walîtîya me ve tehqîqata îdarî hatîye destpêkirin, tehqîqata edlî jî berdewam dike. Em ji bo wefatîyan re daxwazîya rehmê dikin, ji bo birîndaran jî daxwazîya lezgîn dikin. Tedawîya 11 birîndaran jî hêj berdewam dike.” (ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Atolyeya madenê ya 8 hezar û 800 salî hat dîtin
Ji bo komxebata mûsîbetên ku aramiya civakê têk dibin
Li gorî mezhebê Îmam Şafiî ferzên nimêjê çî ne?
Li Semsûrê motosîklet û otomobîl li hev qelibîn: kesek mir
Hênê caê zibilî seba ziraetî rê xeterî virazeno