Lı Wanê rêya 68 gundan hat gırtın

Lı Wanê bışev berf barîya jı ber vê yekê jî rêya 68 gund û meheleyan hat gırtın.

Ev demeke dirêj bû li bajêr hewa germ bû lê belê do bişev berf barîya. Berfê bişev dest barînê kir û destê sibê tesîra wê zêde bû ji ber vê yekê di jiyana welatiyan da tengasî çêbûn. Welatî şeveqê rabûn û berfa li pêşiya xanî û dikanên xwe paqij kirin.

Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê di daxuyaniyê xwe da diyar kir ku ji ber berf û baranê rêya 68 gund û taxan hat girtin, ekîbên şaredariyê ji bo vekirina rêyên girtî xebatên xwe didomînin.

Di daxuyaniyê da hat diyarkirin ku ekîbên paqijkirina rê destê sibê rabûn û dest bi paqijkirina rêyên girtî kirin û ji bo ku di çûyîn û hatina welatiyan da pirsgirêk dernekevin xebatên xwe didomînin.

Di daxuyaniya Midûriyeta Herêma 14an a Meteorolojiyê da hat destnîşankirin ku li herêmê cemedê çêbû, mijê derkeve ji ber vê yekê divê welatî baldar bin.

BANGAHEQ

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Vera problemê bêkarîye vengdaîşê viraştiş u istixdamî
"Parastina mafên mirovan sûc nîne"
Li Dîyarbekirê 48 hezar û 579 esrara kenewîr hatin îmhakirin
Ew ê beşdarî Kongreya Bajarê Dîyarbekirê bibe
Banga civîneke çapemeniyê ya girseyî hat kirin