Li Wêranşarê di nav molozan de ceset hat dîtin

Hat ragihandin ku li navçeya Wêranşara Rihayê piştî ku êrîşa bombeyî ya ku ji teref PKKê ve hat lidarxistin de di nabeyna mlozên avahiyên li heman mintiqê de ceset hatiye dîtin.

Wekê ku tê zanîn 2 roj berê li navçeya Wêranşara Rihayê ji teref PKKê ve êrîşa bombeyî li lojmanên ku hakim û dozger tê de dimînin hatibû kirin. Hat destnîşankirin ku di naveyna molozên texrîbata vê êrîşê de cesedek hatiye dîtin.

Gor agahiyên ku hatine bidestxistin ji bo ku molozên di encama êrîşa bombeyî de pêk hatibûn werin avêtin hat berhevkirin û dûvre li derveyê navçeyê hat rijandin. Hat destnîşankirin dema ku molozên texrîbata êrîşê tê rijandin cesedek hatiye dîtin. Dûvre ji bo vê yekê tîmên tendirûstiyê û polês hatin agahdarkirin.

Polêsên ku li hawîrdor tedbîra ewlehiyê sitandin dest bi tehqîqatê kirin.

Hêj nayê zanîn ku cesed aîdê kî ye. (ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Çolig de biyayışê 4,4 de erdlerz bı
Li Midyadê di qezaya qamyonê de şofêr jiyana xwe ji dest da
Hest û ramanên saf û paqij ên zarokan têne qirêjkirin
Li Çungûşê cesedê kesê ku di Çemê Firatê de winda bûbû hat dîtin
"Fîloya Berxwedana Cîhanî 2" ber bi Xezzeyê ve diçe