Li Wêranşarê du wesayît li hev qelibîn: Mirîyek 1 jê giran 5 birîndar

Li ser rêya Riha-Wêranşarê du wesayît li hev qelibîn. Di encama qezayê de kesekî mir, 1 jê giran 5 kesan jî birîndar bûn.

Qeza, di seatên serê sibehê de li çarrêya Eyyûbîyeya ser rêya Riha-Wêranşarê pêk hat.

Li gorî îddîayan, du wesayîtên ku bi rê ve diçûn li hev qelibîn.

Welatîyên ku qezayê dîtin ji ekîbên polês, îtfaîye û tenduristîyê re xeberê şîyandin. Ekîbên ku li ser xeberdayînê ji cîhê qezayê re hatin sewqkirin, 6 kesên ku di nav wesayîtê de asê mabûn xelas kirin.

Mirovên birîndar bi ambûlansan ji Nexweşxaneya Dewleta Wêranşarê re hatin rakirin.

Pîrekek yek ji birîndaran li nexweşxaneyê digel tamamê midexeleyan canê xwe ji dest da.

Hat hînbûn ku rewşa birîndarekî jî giran e.

Derheqê bûyerê de tehqîqat hat destpêkirin. (ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Li Amedê mijeke gurr bandor kir
HUDA PARê li Afyonkarahîsarê bi beşdarbûna Serokê Giştî Yapicioglu kampa nirxandina dawiya salê li dar xist
Li navçeya me ya Çinarê qezayeke trafîkê ya bi ziyana maddî çêbû
Balafira biçûk li Fransayê ket: 4 kes mirin
Ger hûn her tiştî li ser maddeyê ava bikin, nifşê din jî ew ê bibe tiryakê maddeyê