Li Xarpetê di kana madenê de hilweşîn û teqîn

Hat destnîşankirin ku li Xarpetê di kana Madenê de teqînek pêk hat û maden hilweşîya, di encama teqînê de karkerek canê xwe ji dest da û karkerek jî birîndar bû.

Bûyer, li nêzê gundê Xamila Jêr a Paloya Xarpêtê di kana madenekî de pêk hat. Bi tevî teqînê kan hilweşîya û 2 karker di madenê de asê man.

Li ser xeberdayîna karkerên dinê ji cîhê bûyerê re ekîbên tenduristî, cenderme û AFADê hatin sewqkirin. Hat îfadekirin ku ji karkeran yek canê xwe ji dest da û karkerê dinê jî birîndar e.

Karkerê birîndar bi ambûlansê hat rakirin nexweşxaneyê.

Derheqê bûyerê de tehqîqat hat destpêkirin. (ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Diyarbekir de varişan biro paka Dicle Roje debi berz biyo
Tiştê ku derman ji jehrê cuda dike doza wî ye
ji bo çareserkirina pirsgirêkên Gundê Boşatê bangawazî
Bi eleqeyeke mezin berdewam dike
Li ser neteweperesta Fransî Le Pen şîroveyên "durû"