Li Xetayê tir û motosîklet li hev qewimîn: 2 kes mirin

Li navçeya navenda Antakya ya Xetayê motosîklet bûn li tirekî qelibî, di encama qezayê de 2 kes canê xwe ji dest dan.

Qeza, li girêka Stada Xetayê pêk hat. Li gor agahiyên ku hatine bidestxistin motorbisiqleteke ku di bin kontrola D.T de bû li tira ku şofêrê wê ne diyar e qelibî.

Li ser xeberdayînê ji cihê qezayê re ekîbên tendruristî û polês hatin sewqkirin. Ekîbên ku hatin cihê bûyerê diyar kirin ku D.T.yê şofêrê motorbisiqletê û M.B.yê ku li cem wê bû li cihê bûyerê mirin.

Kesên ku di qezayê de canê xwe ji dest dan ji teref ekîbên tenduristîyê ve hatin birin morgê, şofêrê tirê jî ji bo ku jê re hevdîtinê pêk bînin birin midûriyeta polîsan.

Der barê qezayê de lêpirsîn hat destpêkirin. (ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Li Şirnexê xebat ji bo vekirina rêyên gundan ên ku ji ber berfê girtî bûn, berdewam dike
Ji 3 hezarî zêdetir dar hatin qutkirin
Nan û xwarina germ belav kir
3 wesayît bûn xwelî
Wê li giştîyê welat şilî tinebe