Li Xezzeyê 885 endamên tenduristîyê û 289 wezîfedarên alîkarîya însanî hatin qetilkirin

Rejîma sîyonîst a îşxalker, ji 7ê Cotmehê vir ve di êrîşên xwe yên ku li Xezzeyê li dar xist de 885 endamên tenduristîyê û 289 wezîfedarên alîkarîya însanî qetil kirin.

Komîserê Giştî yê UNRWAyê Philippe Lazzarini, li ser hîsaba xwe ya medyaya civakî peyamek belav kir û Lazzarînî di peyama xwe de weha got:

“Em bi minasebeta Alîkarîya Însanî ya Dinyayê hemû xebatkarên alîkarîyê ku hatine kuştin û birîndar bûne yad dikin û rûmeta xwe pêşkêşî wan dikin.

Li Xezzeyê, ji destpêka herbê vir ve ev bû 10 meh e gelek însan mirin.

Di encama êrîşan de 885 xebatkarên tenduristîyê û 207 jê di bin binyeya UNWRAyê de 289 wezîfedarên alîkarîya însanî canê xwe ji dest dan.

Gelek kes, dema ku alîkarîya birîndar û nexweşan dikirin li ser wezîfeyên xwe şehîd ketine.

Bi tevî vana ji 160an zêderit rojnameger û xebatkarên çapemenîyê, dema ku vê bêhiqûqîyê dikirin xeber hatin kuştin.

Herba li Xezzeyê, hemû qural û qaîdeyên herbê xera kirîye.

Divê mesul hesabê bidin.” (ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Kanîreş de aşma nîsane de veure varena
Li Sêrtê barîna zêde ya baranê bû sedema lehî û herikandina erdê
Çima nabe ku di havînê de tekerên zivistanê werin bikaranîn?
Kurd piştî salan ji bo nasnameyê serlêdanê kirin
Hewaya biharê cihê xwe da ber teyrokê