Li Xezzeyê hejmarê şehîdan derket 74 hezar û 594 kesan

Hejmara şehîdên êrîşên qirkirinê yên li ser Xezzeyê ji 7ê Cotmeha 2023an vir ve gihîştiye 74 hezar û 594an û hejmara birîndaran jî gihîştiye 175 hezar û 834an. Di 24 saetên dawî de 6 şehîd û 26 birîndar anîne nexweşxaneyan.

Li gorî agahiyên ji çavkaniyên tenduristiyê yên ku ajansa fermî ya nûçeyan a Filistînê WAFAyê behs kiriye, nexweşxaneyên li Xezzeyê di 24 saetên dawî de 6 şehîd û 26 birîndar wergirtine.

Bi vî awayî, ji 7ê Cotmeha 2023an vir ve, hejmara giştî ya şehîdan gihîştiye 74.594an, û hejmara birîndaran jî gihîştiye 175.834an.

Ji dema ku agirbest di 11ê Cotmeha 2025an de dest pê kir, hejmara şehîdan li Xezzeyê gihîştiye 1580î û hejmara birîndaran jî gihîştiye 5711î. Di heman heyamê de, cenazeyên 845 kesan ji bin xirbeyan hatin derxistin.

Çavkaniyên tenduristiyê ragihandin ku gelek kes hêna jî di bin kavilan de û li ser rêyan in, lê ekîbên ambûlans û parastina sivîl nekarîne bigihîjin wan.

Ji aliyê din ve, piştî temamkirina agahiyên nasname û qeydkirina şehîdan, 18 kesên din li hejmara giştî ya şehîdan zêde bûn. Hate diyarkirin ku ev qeyd ji aliyê komîsyona berpirsiyar a qeydkirina şehîdan ve hatine pejirandin û nûvekirina dawî di 24ê Cotmehê de hatiye kirin. (ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Diyarbekir de rawe bîyî sey golî
Di mijê de winda bûbûn, sax hatin dîtin
Meteorolojîyê ji bo gelek herêman hişyariya barana zêde da
Aboriyeke bê faîz, li ser hilberînê û adil mimkun e
Li Edeneyê di mezinahîya 3.7an de erdhej