Artêşa îşxalker êrîşên xwe yên li ser sivîlên Filistînî didomîne.
Tevî agirbesta bi Hamasê re, rejîma sîyonîst êrîşên xwe didomîne, di 24 saetên dawî de li Xezzeyê 7 sivîl kuştin û 31 kesên din jî birîndar kirin.
Wezareta Tenduristiyê ya Filistînê ragihand ku sivîlekî ku di êrîşên berê de birîndar bûbû û dihat dermankirin jî şehîd bûye.
Wezaretê diyar kir ku ji 10ê Cotmeha 2025an vir ve ku agirbest dest pê kiriye, hejmara şehîdan gihîştiye 1334an, hejmara birîndaran gihîştiye 4429an û hejmara kesên ku ji bin xirbeyan hatine rizgarkirin jî 815 e.
Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku ji destpêka êrîşên îşxalkerên sîyonîst di 7ê Cotmeha 2023an de heta niha hejmara şehîdan gihîştiye 73 hezar û 470î û hejmara birîndaran jî gihîştiye 174 hezar û 540î. (ÎLKHA)