Li Yemenê avahîyeke 3 qatî hilweşîya: 9 mirî

Li navçeya Al Baydayê avahîyeke 3 qatî hilweşîya, di encama bûyerê de 9 kes canê xwe ji dest dan, 8 kes jî birîndar bûn.

Hat diyarkirin ku di encama hilweşîna avahîya ku li gundê Dajraha ku girêdayê navçeya Al Baydayê ye pêk hat de 9 kes canê xwe ji dest dan, 8 kes jî birîndar bûn.

Rayedaran destnîşan kirin di navbera kesên ku canê xwe ji dest dane de 3 endamên tenduristîyê yên ku ji bo xebatên lêgerîn û xelaskirinê hatine cihê bûyerê û di bin enqazê de mane ne.

Ji teref rayedaran ve hat daxuyandin ku 12 kes jî ji binê enqazê bi saxîtî hatin derxistin. (ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Diyarbekir de varişan biro paka Dicle Roje debi berz biyo
Tiştê ku derman ji jehrê cuda dike doza wî ye
ji bo çareserkirina pirsgirêkên Gundê Boşatê bangawazî
Bi eleqeyeke mezin berdewam dike
Li ser neteweperesta Fransî Le Pen şîroveyên "durû"