Li Yewnanîstanê penaberekî Sûriyeyî xwe şewitand

Penaberekî Sûriyeyî yê ku li Girava Sakizê muracata wî ya îlticayê bi encam nebûji bo mişkîleyan protesto bike xwe şewitand.

Hat ragihandin penaberekî Sûriyeyî yê ku li Girava Sakizê muracata wî ya îlticayê bi encam nebû  ji bo mişkîleyan protesto bike benzînê li ser xwe dakir û xwe şewitand.

Hat hînbûn penaberê ku xwe şewitand li Atînayê rakirin nexweşxaneyekê û ji sedî 90ê laşê wî şewitiye. Her wiha polêsekî ku dixwast agir bitefîne jî ji ber şewatê birîndar bûye.

Di wîdyoya ku li ser medyaya civakî hat parvekirin de hat dîtin ku penaber bîdona benzînê di destê xwe de digre û dema ku dike ber bi penaberên din ve biçe agir bi bedena wî dikeve.

Li gor agahiyên ku hatine wergirtin li giravên Yewnanîstanê bi hezaran penaber tên girtin û kirariyên muracata wan bi mehan berdewam dike.

ÎLKHA

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Çolig de biyayışê 4,4 de erdlerz bı
Li Midyadê di qezaya qamyonê de şofêr jiyana xwe ji dest da
Hest û ramanên saf û paqij ên zarokan têne qirêjkirin
Li Çungûşê cesedê kesê ku di Çemê Firatê de winda bûbû hat dîtin
"Fîloya Berxwedana Cîhanî 2" ber bi Xezzeyê ve diçe