Li Yunanistanê 2 kelekên ku koçber tê de bûn bin av bûn: 15 mirî, 90 winda

Li nêzê Giravên Çuha û Mîdîllîya Yunanistanê du kelekên ku koçber têde bûn bin av bûn, di encama bin av bûna kelekan de herî kêm 15 kes canê xwe ji dest dan, 90 kes jî winda bûn.

Li nêzê Girava Mîdîllîya Yunanistanê keleka ku koçber tê de bûn bin av bû.

Di nav keleka ku nêzê 40 kes tê de bûn de 5 kes hatin xelaskirin, 15 kes jî fetisîn û canê xwe ji dest dan.

Hat destnîşankirin 20 kesên ku di nav kelekê de bûn jî bi avê ve çûn û winda bûn.

Li Girava Çuhayê jî keleka ku nêzê 100 heb koçber tê de bûn li zinaran qelibî û bin av bû.

Di nav keleka ku bin av bû de 30 kes hatin xelaskirin, ji nêzê 70 kesan jî xeber nayê girtin.

Hat diyarkirin ku xebatên lêgerîn û xelaskirinê didome. (ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Çeteyên îşxalê heta serê sibehê Refah bombe kir
Li Xezzeyê hejmara şehîdan bû 35 hezar û 303
Rejîma sîyonîst li Xezzeyê ji 100î zêdetir alim û akademîsyen şehîd kirin
Evîndarên Pêxember: Divê dev ji zimanê mehkûmiyetê berdin, stratejiyên rast bên meşandin
Qursa Qur'anê ya zarokan hat girtin