Lîderê Dêra Katolîk ji bo “dîyaloga di nabeyna dînan de” diçe Misrê

Lîderê Dêra Katolîk Papa Francesco, di bergeha xebatên “dîyaloga di nabeyna dînan de” dê meha nîsanê biçe Misrê.

Serokê Dewleta Bajêr ê Vatîkanê û Lîderê Dêra Katolîk Papa Francesco dê meha nîsanê biçe Misrê. Papa Francesco, dê li wir bi lîderên dînî û siyasî yên ku Melayê El Ezherê Şêx Ahmed El Tayyîb jî tê de ye re hevdîtin bike.

Di daxuyaniya ku li Vatîkanê hat dayîn de hat diyarkirin ku dê Papa di dîraka 28-29ê Nîsanê de biçe Kahîrê. Dê Papa Francesco bi vê ziyaretê re bibe 2 yemîn papayê ku Misrê ziyaret kiriye.

Ji ber ku El Ezher ji bo alema Îslamê navenda referanseke girîng e Papa ehemiyetê dide vê ziyaretê. Di heyama Papa Ratzînger ê berê têkiliyên di nabeyna El Ezher û vatîkanê de piştî axavtina xwe ya di sala 2006an de ya ku li Regensburgê li dijî Îslamê kiribû xera bibû.

Tê ragihandin ku di heyama Papa Francesco de Vatîkan hewl dide ku têkiliyên di nabeyna xwe û Kahîrê de sererast bike. Melayê El Ezherê Şêx Ahmed El Tayyîbê ji ber ku piştgirî dida cuntayê bertek jê re hat nîşandan par di meha gulanê de Vatîkanê ziyaret kiribû û bi Papa Francesco re jî hevdîtin kiribû. Bi vê hevdîtinê re Mela bibû yekemîn ji melayên El Ezherê yê ku bi papa re hevdîtin kiribû.

Di heyama herî dawî de di bin navê “diyalogên di nabeyna dînan de” di nabeyna rêvebirên Vatîkan û El Ezherê de hevdîtinên cûr bi cûr pêk tên. Vatîkan û Zanîngeha El Ezher meha borî li Kahîrê semînereke bi navê ‘tekoşîna bi şiddet, radîqalî û fanatîzma ku li ser navê dînê pêk tê’ lidar xistibûn. Di vê civînê de Serokê Lijneya Diyaloga Di Nabeyna Dînan De ya Papahiyê Kardinal Jean-Louîs Tauran, Vatîkanê temsîl kiribû.

ÎLKHA





İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Çolig de biyayışê 4,4 de erdlerz bı
Li Midyadê di qezaya qamyonê de şofêr jiyana xwe ji dest da
Hest û ramanên saf û paqij ên zarokan têne qirêjkirin
Li Çungûşê cesedê kesê ku di Çemê Firatê de winda bûbû hat dîtin
"Fîloya Berxwedana Cîhanî 2" ber bi Xezzeyê ve diçe