Lihevanîna Du Malbatan

3 sal berê li Bismila navçeya Diyarbekirê, ji ber hilbijartinên belediyê di navbera malbatên Aydin û Kortakê de bi kêr û kevir û daran pevçûn qewimîbû. Di hadîseyê de kesek hatibû kuştin, 21 kes jî birîndar bûbûn.

3 sal berê li Bismila navçeya Diyarbekirê, ji ber hilbijartinên belediyê di navbera malbatên Aydin û Kortakê de bi kêr û kevir û daran pevçûn qewimîbû. Di hadîseyê de kesek hatibû kuştin, 21 kes jî birîndar bûbûn.

Pey pevçûnan dijminantî ketibû navbera malbatan. Alimên herêmê û maqûlên civatê, navbervantî kirin û her dû malbat li hev anîn. Di lihevanînê de xwarin hat dayîn. Qeymeqamê navçeyê Vehbî Bakir, miftî Hanîfî Balli, serekê teşkîlata navçeya yê Huda Parê Alî Bîlmez, alimên herêmê, wezîrê ğida, çandinî û ajaldariyê Kutbettîn Arzû, parlementerên kevn yên AKPê Ahmet Înan û Îhsan Arslan û wekîlê CHPê Sezgîn Tanrikûlû jî tevlî xwarinê bûn. Bernama aştiyê bi xwendina Quranê des pê kir. Qeymeqam malavahiya her dû malbat û navbervanan kir. Miftî Hanîfî Ballî jî li ser tetbîqatên pêxemberê me yên li ser silh û aştiyê xeber da. Da zanîn ku pêxemberê me adetên cahilî rakirine.

Pey xeberdanan, ferdên her dû malbatan, di bin Quranê re derbas bûn û li hev hatin. BANGAHEQ

 

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Li Amedê 85 kesên ku ji bo tawanên cihêreng dihatin lêgerîn hatin girtin
Masîgirê ji Batmênê dahata masiyan a rojekê bexşî hewcedaran kir
Mijê mejî di payîzê de dikare bê destpêkirin!
Batman de, kavşaxê otogari de qezaya tirî: Yew birindar
Li Cizîrê panela Melayê Cizîrî tê lidarxistin