Lipîşêsaziyê teqîn: 2 jê giran tev de 11 kes birîndar bûn

Hat diyarkirin li Herema Pîşêsaziya Organîza ya Êlihêji ber ku di fabrîkayekê de tankera sotemeniyê teqiya,7 jê karker, 4 jê erkdarê îtfayê tev de 11 kes birîndar bûn.

Li gor agahiyên ku hatine wergirtin derdora seat 15.30an de  tankera sotemeniyê ya di fabrîkayekê de teqiya û ji ber tundiya teqînê parçeyên tankerê li derdorê belav bûn.

Ji ber teqînê gelek ambûlans û yekîneyên îtfayê sewqî cihê teqînê hatin kirin. Kesên birîndar bi ambûlansan hatin rakirin nexweşxanê. 2 kesên ku giran birîndar bûbûn sewqî Diyarbekirê hatin kirin û hêj sedema teqînê nayê zanîn.

Kesê bi navê Şemseddîn Özcan ê ku tankera sotemeniyê ji ber teqînê ket nava kargeha wî derbarê mijarê de diyar kir şewat li hember derket û qazana wan a hilmê ket ser banê meç

Zîwer Ekînê ku ji teqînê re bûbû şahid jî derbarê mijarê de wih axivî: “Pêşî wîncê tamîr dikir, piştî tamîrê şewat derket. Gazî îtfayê kirin. Piştî 10 deqîqeyan teqîn çêbû û perçeyên tankerê belavî derdorê bûn.”

Serokê Bajêra Êlihê yê HUDA PARê Dawûd Şahîn  û digel heyeta pê re kesên ku di teqînê de birîndar bûne li nexweşxanê ziyaret kirin.

ÎLKHA

 




































 

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Dadgehê daxwaza navê Bûlwara Şêx Seîd red kir
Li Meletîyê du wesayît li hev qelibîn: 6 birîndar
Li Êlihê "Ji bo kesên hewcedar bibin çavkaniya hêvîyê" kermesek hate vekirin
Li Batmanê çeteya xeracê ya bîmasekirî hat têkbirin
Rêya Şirnex-Elkê ji çûyîn û hatinê re hat girtin