Çend roj berê eşkere bûbû û derketibû ser medyayê ku, li hepsa Bolû ya tîpa Fyê, ğardiyana bi talîmata midûrê hepsê, li mehkûm Cîhan Yeşîl bi halê mirinê îşkence kirine. Li ber vê zulm û ğeyrî însantiyê, tepkî bilind dibin. Gelek saziyên sivîl vê wehşetê şermezar kirin.
Li ber vê wehşetê platforma heq û azadiyên însanî ya Marmarayê MÎNHAPê, li ber hepsê beyanateke medyayî li dar xist. Di beyanatê de hat pirsîn bê gelo hepsa Bolû ya Tîpa Fyê, şûba Gûantanamo ye?
Platforma MÎNHAPê bi konvoyê, çû ber hepsê. Serekê platformê Mela Cemal Çinar û alîkarê serekê komela Umut-Dera Îzmîtê Davût Taştekîn, bi midûrê hepsê re peyivîn. Piştî hevdîtinê Mela Cemal Çinar wiha beyan kir “Hemî rayedarên Bolûyê, serekwezîr, wezîrê karên hundir û nexasim wezîrê edaletê, divê bilez dest bavêjin vê rewşê. Vê wehşeta di hepsa Bolûyê de, divê zûbizû bê pirsîn.”
Davût Taştekîn jî îfade kir ku, midûrê hepsê, mîna du zarokan li hev xistibin, wî jî temaşe kiribe, bi vî awayî rihet mesela wehşetê dibêje. Piştî xeberdanan, berdevkê platformê Menaf Bîlgîç beyanatê xwend. Di beyanatê de wiha hat gotin “Divê neyê jibîrkirin ku mehkûm ne hêsîr in, mehkûm emanet in. Dê, bav, kuflet û zarokên wan, wan emanetî dewletê dikin, gelo wê dewlet wiha li van emaneta xwedî derkevin? Em dixwazin fail û mesûlên vê bêhiqûqî û îşkenceyê, bên cezakirin. Em ê teqîbkerê van kirinan bin. Em tînin ziman ku kesên li ber zulmê bêdeng bimîne, şeytanê bê ziman e.”
Bangaheq