Ma Li Kû Kumpas Tune Ye!

Niqaşên li ser kumpasên di yargiyê de dewam dikin

Niqaşên li ser kumpasên di yargiyê de dewam dikin. Kumpasên ku heta niha çav ji wan re hatiye girtin, ji aliyê Yalçin Akdoğanê şêwirmendê siyasî yê serokwezîr Erdoğan ve hatin rojevê.

   Alîkarê serokê giştî yê Ak partiyê Mehmet Elî Şahîn jî beyan kir ku di yargiyê de îmamê Cemaeta Gulen heye û beriya ku di heqê dosyekê de qirar bê dayîn, ewilî dosya diçe Pensîlvanyayê.

  Qezeta Doğruhaberê van niqaşên kumpasê daxist ser manşetê. Rojnameyê beyan kir ku heta niha gelek însan bi van kumpasan hatine mexdûrkirin, ketine hepsan, hinek dosya li Yargitayê disekinin. Hejmara dozan jî ne diyar e. Doza Sîwasê, Doza Hîzbûllah, Doza hereketa Îslamî, Doza Vasatê, Doza ÎBDA-Cyê û her wekî din…

   Her wiha dozên ku li Stenbol, Eden û Semsûrê li saziyên sivîl û Îslamî hatibû vekirin, doza komela Îhya-Dera Elezîzê, cizayê hepsê yê li Mela Zekî Açikgözê 60 salî hatiye birîn jî, di nav van kumpasan de hatin jimartin.

   Qezetê der barê mijarê de, cî da gotinên hiqûqnas û îdarevanên saziyên sivîl û civakî ku dibêjin qirarên yargiyê, bişek û biguman in. Ji bo hilanîna mexdûriyetan divê effûyeke giştî bê derxistin.

BANGAHEQ

 

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Qezayê Pîran de meseleyî cayê ci de goştarî kerdî
2 mirî, 3 birîndarên giran
Naverokên tundûtûjiyê bandoreke neyînî li ser pêşketina zarokan dikin
Bernameya Mewlûdê hat lidarxistin
Li Kerkûkê qezaya zincîrî: 6 mirî, 16 birîndar