Mafê Nixumandinê Pîroz e

Şaxa Platforma Seferberiya Tesetturê a Îzmîrê, ji bo protesto kirina rêziknameya ku Wezareta Perwerdehiyê weşandiye û sernixumandinê bi awayekî resmî yasax dike beyanata medyayî lidarxist.

 Şaxa Platforma Seferberiya Tesetturê a Îzmîrê, ji bo protesto kirina rêziknameya ku Wezareta Perwerdehiyê weşandiye û sernixumandinê bi awayekî resmî yasax dike beyanata medyayî lidarxist.

Beyanata Medyayî bi xwendina Qurana Pîroz destpêkir.

Li ser navê platformê Salih Çelîk beyanata medyayî xwende. Salîh Çelîk di beyanatê de beyan kir ku Hukumet bi yasax kirina şerpê li mekteba eşkere kiriye ku ji hinek fermanên Xweda re ne hessas e.. Çelîk go: “Hikumeta ku dihat hêvîkirin ku wê exlaqê Îslamî di nav civakê de belav bike û carna beyan dikir ku wê nesleke dîndar rakin, bi vê rêziknameya weşandiye sed mixabin hêviyên jê dihatin kirin şikand.

Çelîk beyan kir ku bê exlaqiya ku li mekteba belav e ji ber yasaxa şerpê û sîstema ku keç û kur tevlîhev in e.

Çelîk di vê derbarê de ji go: “ Îro bê heyatî û fihûş heya bi mektebên îlkoğretîmê daketiye. Em êdî heya dikin ku xeberên di medyayê de yên di vî derbarî de bixweynin.”

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Li Amedê 85 kesên ku ji bo tawanên cihêreng dihatin lêgerîn hatin girtin
Masîgirê ji Batmênê dahata masiyan a rojekê bexşî hewcedaran kir
Mijê mejî di payîzê de dikare bê destpêkirin!
Batman de, kavşaxê otogari de qezaya tirî: Yew birindar
Li Cizîrê panela Melayê Cizîrî tê lidarxistin