Mala endamekî PDK-Sê li Tirbespiyê hat teqandin

Mala endamekî PDK-Sê li Tirbespiyê hat teqandin

Şeva borî mala endamekî Partiya Demokrat a Kurdistanê-Sûriyê (PDK-S) li bajarokê Tirbespiyê yê Rojavayê Kurdistanê hat teqandin.

Rojnamevan û endamê PDK-Sê Lewend Hisên li ser rûpela xwe ya Facebookê nivîsandiye ku “şeva borî kesekî xwekuj di nava mala wî de li Tirbespiyê xwe teqand û di encam de mal bi temamî wêran bû”.

Lewend Hisên ku ev nêzîkî salekê ye li Almanyayê dijî, got ku “birayê wî termê kesekî di nav malê de dîtiye û dibe ku ya wî kesê xwekuj be”.

Derbarê ziyanên teqînê de, Hisên diyar kir ku “malbata ku bi kirê di malê de ye, di dema teqînê de ne di nav malê de bûn, lewra ziyan bi tenê madî bûn”.

Bajarokê Tirbespiyê nêzîkî 25 km li rojhilatê bajarê Qamişlo dikeve û di bin kontorla hêzên YPGê û asayişê yên ku bi ser PYDê ve tên naskirin de ye.

 

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Qezayê Pîran de meseleyî cayê ci de goştarî kerdî
2 mirî, 3 birîndarên giran
Naverokên tundûtûjiyê bandoreke neyînî li ser pêşketina zarokan dikin
Bernameya Mewlûdê hat lidarxistin
Li Kerkûkê qezaya zincîrî: 6 mirî, 16 birîndar