Malbata Çelenk berî niha di maleke mustaqîl de diman û rojeke bi şikleke esrarengîz di mala wan de şewat derket. Di şewata ku derketibû de tiştek bi tu kesî nehatibû û malbat mala xwe barkiribû maleke din. Lê di vê mala nû ya li Taxa Gaziyê de jî dîsa bi awayeke esrarengîz şewat derket. Di şewata ku derket de tiştek bi tu kêsî nehat lê temamê malê şewitî.
Ji teref ekîbên tenduristiyê ve mudaxele li efradên malbatê yên ku ji ber şewatê ecêbmayî mabûn hat kirin.(ÎLKHA)